“Teoriya Serxwebûna Kurdistanê ji Ehmedê Xanî heta bi Îsmaîl Beşikçî” 2

Li bajarê Soranê merasîmeke rêzgirtina li Îsmaîl Beşîkçî ya bi navê “Teoriya Serxwebûna Kurdistanê ji Ehmedê Xanî heta bi Îsmaîl Beşikçî” îro 26.05.2022 demjimêr 10.30 bi sponseriya K24ê tê lidarxistin, her wiha peykerê Beşîkçî jî li zanîngeha Soranê tê danîn.
Di çarçoveya merasîmekê de jî, rûniştineke taybet ya bi navê “Beşikçî û Teza Kurdistana Serbixwe” dê ji aliyê mamoste Hoşeng Dara ve were birêvebirin û 4 mijar tên pêşkêşkirin:
- Azad Cundiyanî: Girîngiya Teoriya “Kurdistan; Koloniya Navdewletî” di Piralîbûna Xebata Serxwebûnê de.
- Îbrahîm Gurbuz: Puxteyek derbarê rola Beşikçî de, Geşbûna Ramana Neteweyî ya Serxwebûna Kurdistanê.
- Dr. Îbrahîm Melazade: Girîngiya Teorîzekirina Hizra Neteweyî di Çarçoveya Akademîk de.
- Dr. Îbrahîm Mehmûd: Têza Fikr li Cem Beşikçî: Kurdistan Wek Nimûne.
Her wiha di demjimêr 16.00’an de li navçeya Şingilban a Rewandizê ya geştyarî jî dê bi merasîmekê kolanek bi navê Îsmaîl Beşîkçî bê vekirin.
Rûniştina duyemîn a merasîmê bi sernavê “Proseya Teorîzekirina Fikra Kurdistana Serbixwe” li Rewandizê dê were lidarxistin:
- Celal Temel: Fikra Serxwebûna Kurdistanê di Nav Bizava Rizgarîxwaziya Kurdistanê de li Bakur.
- Dr. Kawe Mehmûd:Pênasekirina Nasnameya Meseleya Niştimanî ya Kurdistanê.
- Ebubekir Karwanî: Kurd û Mafê Çarenivîsê, Awireke Îslamî ya Hevçerx.
- Eta Qeredaxî: Fikra Serxwebûna Kurdistanê Li Cem ”Alim û Rewşenbîrên Neteweyî, Wek Mînak Ehmedê Xanî.

Пікірлер: 1

  • @ahmedkani802
    @ahmedkani802 Жыл бұрын

    Serkeftin di kar û barê kesên xwedî hizira Serxwebûna Kurdistanê da dixwazim.

Келесі