Ronaldo xeyala zarokekî Kurd ê ji Qamişloyê bi cih anî

Cristiano Ronaldo di lîstîka Portugal û Slovenyayê ya EURO 2024ê de xeyala zarokekî Kurd ê ji Qamişloyê bi cih anî û formeyê xwe da wî.
Stêrkê futbolê yê cihanê Cristiano Ronaldo piştî lîstika Portugal-Slovenyayê ku li bajarê Frankfurtê yê Almanyayê hat lîstin li salonê çû cem malbateke Kurd a ji Qamişloya Rojavayê Kurdistanê.
Cristiano Ronaldo li salona cilûbergan a stadê formayê xwe da kurê 4 salî yê bi navê Awar Hozanê ku nexweşê pençeşêrê yê.
Cîranê malbata Awar Hozan, Mehmûd Berazî ji Rûdawê re got:
“Ew zarokê ku Cristiano Ronaldo çûye cem wî Kurd e û xelkê Qamişloyê ye.
Malbat ji bo dermankirina zarokê xwe yê nexweş beriya salekê hat Almanyayê.”

Пікірлер

    Келесі