Hunermendên Kurd: Em şerê navxwe naxwazin
Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke hunermendên Kurd ên ji her çar perçên Kurdistanê duh serdana Wezareta Pêşmerge û dezgehên medyayî kirin. Hunermendên Kurd ragihandin ku metirsiyeke mezin li ser Kurdistanê heye û divê aliyên Kurdî vê yekê li ber çav bigirin û bi hesasiyetên netewî tevbigerin. Hunermendên Kurd balkişandin ser girîngiya rola medyayê jî û destnîşankirin ku medya dikare Kurdan nêzikî hev bike. Herwiha Diyar Dêrsim jî tekez kir , ew heramkirina şerê `Birakujî`yê ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve wek manîfesto qebûl dikin.
Hunermendên Kurd Şivan Perwer, Diyar Dêrsim, Hesen Şerîf, Beser Şahîn û Firmêsk Hafiz bûn mêvanên bernameyeke Rûdaw TVyê ku ji aliyê Şahyan Tehsîn ve tê pêşkêşkirin û balkişandin ser metirsiya rûdana şerê `birakujî`yê û tekez kirin ku divê rê bi vê yekê neyê dayîn.
Şivan Perwer: Şer herdu aliyan jî neheq dike
Şivan Perwer amaje bi rewşa Kurdistanê kir û got, “Kurdistan di rewşeke aloz de ye û derdora wê bi dijminan girtî ye. Dijmin naxwaze Kurd ji hev hez bikin û bibin xwedî yekîtî û hêz. Divê Kurd baldar bin û şer Kurdan bêhêvî dike. `Ji şer re na` banga gel e û em jî berdevkên gel in.”
Hunermendê Kurd bibîr jî xist, “Kek Mesûd (Barzanî) `Birakujî` qedexe kir û di vê mijarê de gelek bi sebir e. Dibe aliyek neheq an heq be, lê şer herdu aliyan jî neheq dike” û tekez kir ku ew bang dikin ku Kurd dest bidin hev û yekîtî û aştî hebe.
Di dewama axaftina xwe de Perwer got, “Gelê me jî wiha dixwaze. Em dixwazin tişta dikeve aliyê me li her çar perçên Kurdistanê bikin. Divê medya Kurdî jî rolene erênî bilîze.”
Beser Şahîn: Medya dikare gel nêzikî hev bike
Hunermend Beser Şahîn jî behsa wê kir ku wan serdana dezgehên medyayî yên li Başûrê Kurdistanê kir û got, “Zimanê ku medya bikar tîne, ji bo civaka Kurd gelek girîng e. Medya dikare gel nêzikî hev bike û dikare roleke neyînî jî bilîze. Em bang li medya Kurd dikin ku ji bo berjewendî û yekîtiya gelê Kurd zimanekî erênî bikar bîne. Em însîyatîfeke sivîl û dengê gel in. Wek hunermend me biryar da bên vê derê.”
Diyar Dêrsim: Dagirker ji statuya Kurdan ditirsin
Hunermend Diyar Dêrsim jî amaje bi rewşa tevlîhev a Rojhilata Navîn kir û got, “Kurdan di sedsala 21an de derfet bidest xistin ku bibin xwedî statu. Di serî de Tirkiye, welatên ku Kurdistan dagir kirine, ji wê ditirsin ku Kurd bibin xwedî statu, ji ber ku hebûna xwe li ser tunebûna Kurdan dibînin. Li heyvê jî çadireke Kurdan hebe ew dê midaxele bikin. Ji bo pêşeroja xwe metirsîdar dibînin. Dixwazin Herêma Kurdistanê jî aloz bikin. Tirkiye dixwaze bi hincetên cuda Herêma Kurdistanê dagir bike. Tirkiye dixwaze Kurdan bi hev bide şerkirin.”
Diyar Dêrsim balkişand ser metirsiya rûdana şer di navbera aliyên Kurdî de û got, “Dema ku Pêşmerge û Gerîla li Kerkûkê, li Kobanî li dijî dijmin şer kir, me rondikên kêfxeşiyê barandin. Niha jî metirsiyek heye. Dayikên Kurd, gelê Kurd û em wek hunermend ditirsin. Mixabin metirsiyek bi vî rengî heye.”
Di dewama gotinên xwe de Diyar Dêrsim diyar kir ku wan ji ber helwesta heta niha spasiya Wezareta Pêşmerge kir û got, “Me xwest ev aramî û hessasiyeta netewî berdewam be. Pêşmerge jî ne tenê yê Başûr e, Bakur û Rojava jî ji Pêşmerge hez dike. Gerîla jî ne tenê yên Bakur in û ew jî xebata ji bo Kurdistanê didin. Bi çi şeklî jî be em naxwazin Pêşmerge û Gerîla bê hemberî hev. Em gotinên birêz Mesûd Barzanî yên ku `Birakujî` qedexe kiriye, wek manîfesto qebûl dikin. Em dixwazin her kes bi hestên niştimanî tevbigere. Me li gel Fermandariya Biryargeha Navendî ya PKKê hevdîtin pêk anî. Ew dibêjin, bi ti awayî ew şerê birakujiyê naxwazin û ragihandin ku nakokiyên biçûk dikarin bên çareserkirin.”
Hesen Şerîf: Divê em Herêma Kurdistanê wek çavê xwe biparêzin
Hunermend Hesen Şerîf jî tekez kir ku şerê di navbera Kurdan de, karîgeriyê li ser destkeftên Kurdan dike û got, “Divê partî û rêxistin, bi hestên niştimanî biryaran bidin. Divê perçeyê Kurdistanê ku di encama xebateke sedsalî de azad bûye, wek çavê xwe biparêzin. Me wek hunermendên ji her çar perçeyan, serdan pêkanîn û hestên xwe derbirîn. Eger herêmek hat dagirkirin, birayek divê bikare ji birayê din re bêje, li şûan dagirker bên tu were. Divê lihevkirin hebe.”
Firmêsk Hafiz: Em bang li hemû medyayê dikin
Hunermenda ji Rojhilatê Kurdistanê Firmêsk Hafiz jî behsa navê xwe kir û got, “Çima navê min Firmêsk e (hêsir) hûn dizanin? Dema ez ji dayik bûm, li Mihabadê du rêxistinên Kurdî di şer de bûn. Rewşeke xerab hebû. Dayika min jî ji ber rewşa xerab a Kurdan navê min wek Firmêsk danî. Em wek hunermendên Kurd bang li hemû medyayê dikin ku baldar bin. Zimanê medyayê gelek girîng e. Rûdaw, Kurdistan24 û NRT dengên vî gelî ne. Medya ne ku xwe lê vî gelî temsîl dike. Divê hevsûcdarkirin nebe.”
#Huner #Hunermend #SivanPerwer #Firmesk #DiyarDersim #BeserSahin #HesenSerif #Kurd #Peşmerge #PKK #Kurdistan
Пікірлер: 224
Hun her bijin .û banga we bive aşiti û yekitiya kûrt û kûrdistane 🙏🙏✌✌✌
Her bijî hunermendên Kurd ❤️ 🌞💚✌️ Divê guh bidin vi banga hunermendan. Lewra ew hunermend nûnerê gelê Kurdin . Bila kes ser navê gelê Kurd şerê birakujiyê nede despêkırın
Kurd xuşk û birane 💛❤️👍💚
Kurd hemu branı her bıji ❤️
Her biji kurd û Kurdistan, serkftin ❤️✌️
Hûn her hebin hunermendê gelê Kurd û Kurdistanê 👏👏👏
Bijî Kurd û Kurdistan
YEKÎTİ YEKÎTİ YEKÎTİ
@draculadracula2855
3 жыл бұрын
👍 lê li jorin nahêlin nahêlin
@omarkurdi4829
3 жыл бұрын
نه يهکهتی نهپارتی و نه چ حزب تنئ کورد چونکی کورد ههر چار پاراچا فهدگریت
@yezidikurdi6002
3 жыл бұрын
💚☀️❤
Ez hewa tiştek xwazim bila her 4 parçe bikin KURDÊ neteweperwer ❤☀️💚 komunîstî demokratîke jehra qirej navmera heye
@shirazomaralkurdi2998
3 жыл бұрын
Herhebê brako.dılê ta saxbê.. gotına te bıtewahi raste....imzayê mın dı bın niwusa te de ye..
Slaw u rez bo hemi gelek spas jwer
Slav u rez hemû hûnermenden Kurdistanê hûn her he bin hûn roniya çavên KURDA ni kurdistan yeke yek parçeyeke kûrd hemû brane yekîtî yekîtî yekîtî kûrdo ✌✌✌💚❤💛
Gelek sipas rodaw yekbûn mecburiye buy kurda bijit kurdu Kurdistan
Em yekîtiya neteweyî dêxwazên
Her biji şiwan perver👍👏⚘❤ hozan diyar👍👏⚘❤
Her Hunermendek kurd ji bo me shorecheke. Hunermend Heza milete u keda milete. Her biji ji were Hunermenden kurd. ♥️🌹🌹
bijit bratia kurda bimirit bratia gela.
Spas Diyar ji bo gotin û dilsoziya we û bê guman muzîka we. Her weha ji stranbêjên din re jî ji bo pêbendbûna wan spas. Bijî Kurd û Kurdistan 💚☀️❤
Em brakuji naxwazın
Bijî Kurd û Kurdistan. Bimire Biratiya Gelan, Bimire Umeta Demokratîk. ❤🌞💚
Her bijî hunermendên Kurd
Bijit Yaketīya KURD U KURDISTAN em hemi PeşmergeUGerilayne
Şivan Perwer Hozan Diyar Dılemın 👏❤️👏❤️👏👏❤️❤️👏
@adnanhoca3707
Жыл бұрын
kurd şeré birakuji naxwazin
Xude tivake bida milate Kurd in sha Allah biji Kurdistan biji yakitia gale Kurd!!!
Hunermendên dilsoza Kurd Dil û ruhê Kurdanın, slaw û rêz ji bo Hemî hunermendên Kurd perwer. But Kurd Bjî Berxwdan 💚🌤️♥️🔥✌️🔥
5 hunermend we anîne studyo û pirsgirêk zêde mezine lê mixabin tenê 27 deqîqe gellek kêm e.
Bijî Çar Parçeyen Kurdistan hemû rêxistinên Kurd , bimre ixanet ✌
🌹❤️BİJİ KURDİSTAN♥️🌹
her bji hunermenden kurdistan ji bo we erkexe cianin,bji yekitiya kurdan!!!!!
HER BİJİ KURDU BÎRATÎYA KURDAN
Em navan kurda da aştii u dosti dığazın
❤️🌞💚
Biji Kurd u Kurdistan.. Kurd her yeke
biji yek
XUDA JI WE HEMİYAN RAZİBE EM YEKİTİ DUXAZIN BİJİ YEKİTİYA NETEWE KURD 🗽🇧🇴🗽
HER BİJİ KURDU KURDİSTAN 🥰
هربژی پ ک ک و کوردستان
Rijandina xwîna Kurdan ji Kurdan re herame Kurd dê her yekbin Kurd dê her serbilinbin Kurd dê her azadbin Kur dê 4 qetên welat bikin yek
@serkannakres6899
3 жыл бұрын
Êz kurbana cawê tê bim bra
Bijît yekbun ✌️
Her biji hozan Diyar û Beser Sahin
Nafrat la shary bra kwjhe bjhe Kurdistan ✌️
👍👍👍👍👍🌹🌹🌹🌹😘😘😘😘
Biji #Kurdistan 🇹🇯🇹🇯🇹🇯🇹🇯🇹🇯🇹🇯 🇹🇷🚽🇹🇷🚽🇹🇷🚽🇹🇷🚽🇹🇷🚽🇹🇷🚽🇹🇷🚽🇹🇷🚽🇹🇷🚽🇹🇷🚽🇹🇷🚽🇹🇷🚽🇹🇷🚽🇹🇷🚽🇹🇷🚽🇹🇷🚽🇹🇷🇹🇷🇹🇷🇹🇷🚽🚽🚽🚽💦💦💦💦
Biji kurdû Kurdistan biji yekitiya gele kurd ✌🏽✌🏼✌🏿✌🏻✌🏾✌🏽✌🏼✌🏿✌🏻✌🏾💪🏼💪🏼💪🏼💪🏼💪🏼
Her biji kurd, Kurdistane, Peshmage u mamosta yit hija u bi taybet mamosta Hesen sherif...
@serkannakres6899
3 жыл бұрын
Tu ji hêr Biji
🤝🤲🌹✌️🇧🇯
♥️🌕💚YEKİTİ, YEKİTİ, YEKİTİ..BRATİ, BRATİ, BRATİ..bimire koleti..herbeji AZADİ♥️🌕💚TU HERHEBİ BI RUMETÊ GELLÊ KURD
@serdarakar22
3 жыл бұрын
Yekiti aha naxwazin ... eshir u aha naxwazin ....
Ez kurban a kürda kürd e bi namus bi şereffffff em yekın em nebın yek eme herın yek bı yekk edi bes jı deste Van cehş u faşist ta em Jiyan ek baş Dı ğazın jı Bo zaruke kürd edi bese hun her hebin sıpas dıkım mamoste hejaaaaa u Bı rumet
Mamoste Şivan Perwer ozan diyar canemeye❤❤
Biji pesmerge û gerilla biji her 4 parce kurdistan
Ė beştir be ku ev hunermedin dellel u hoger bi milete kurd re li exa kurdistane beşur guftugoh hebe li ser şernevxwı
👏❤🤝
Bijin Her Hebin! Hûnermend aman.
"kurdino! bibin yek! ger hûn nebin yek, hûn e herin yek bi yek"
Hêr hêbîn Biji KURD u Kurdistan
Slw em 4 parça Kürdistan yekin.
Sare kurdistane kesek naxwaze .kese xrabune dixwaze am nahlate liwan dikin.
bale bo Yekîtiya Netewî bale bo braiati ✌✌✌ 👏👏👏
Edi bese dileme dişe em yekin biji kurd u kurdistan
Biji kurd u kurdistan biji yekitiya kurdistan
Hir Bij wera hei hbin ✌✊✌✌ 💚❤💛
Serkeftin ji bo xebata ko hun didin meşandin, zor spas
Her biji honermenden kurd
BIJİ YEKTİYA KÜRDİSTANA MEZZIN......................................................................................................................................................................................................................
HEMO KURD YEK. DISMINE KURD DEWLETA TIRK FIRSET NEBE. 4 PERCE KURDISTAN YEK
هربژی کورد هربژی کوردستان ✌✌✌✌
Biji yekiti biji birati
كوردستان 💔💔😢
Kurd hemû yeke
Her biji savaş xwes
Xowa fros shvan
❤
دەنگێ مە دگەل دەنگێ ھەوە و نەفرەت ل شەرێ براکوژیێ ،لێ حەتا کو شەرێ برا کوژی روی نەدەت دڤێت سەدەمێت شەری نەمینن
Em hetkîne û tsax
Serkeftên bu hemu gelê KURD
❤❤
Durûyî
Diyar Dersîm ❤💛💚 Beser Şahin ❤💛💚
Diyar Dersim 👌👌👌🇹🇯🇹🇯🇹🇯🇹🇯 🚽🚽🇹🇷🇹🇷🚽🚽🇹🇷🇹🇷🚽🚽🇹🇷🇹🇷🚽🚽
🤩🤩🤩🤩🤩🤩
Wola ewe şere bıra kojiye bıke ew be şerefe çınki wexta tu bıraye xwe bıkoji ew te şerefa xwe koşt mıxabın kurd heya nıha jı xwere ne bun çı tışt
Slav u serkeftin ; ji bo hunermenden me yen zirek u welatparez.. Dive hemu Kurd, edi hişyarbin u yar u neyaren xwe baş bizanin.. Ez carinan wuha due dikim u dibejim : "Xudane erd u ezman, hemi mirovatiye ji kesen Faşist, Siyonist u Olperestan (şerieti) bipareze".. Biji yekiti u biratiya gel e Kurd, u biji Kurdistan a azad.. 27 İlon / 2022 / San Francisco
🟥🟥🟥🟥🟥🟥🟥🟥🟥🟥🟥🟥🟥🟥🟥⬜⬜⬜⬜⬜⬜⬜☀️⬜⬜⬜⬜⬜⬜⬜ 🟩🟩🟩🟩🟩🟩🟩🟩🟩🟩🟩🟩🟩🟩🟩
Wê mehê dîsa xwe firote dijminê xwe... rûdaw tv ka bêje bênamus
زاروکه کورمانجی زور شیرینه از حز ده کم زیاتر وشه کورمانجی قسه به کم هر بژی یکریزی کوردان هر بژی کوردواری هر بژی کوردایتی ❤✌
❤❤❤❤❤❤😊🤲
Salam
Her hebin roniyé çevén kurd a...
💚❤️🔥💛✌🏻✌🏻
Siwan mirova ki berjevendiye.Dive Gele Kurd ji Siwan rbaver nene
یەکەم جارە بەرنامەیەکی کوردی میوانەکانی لە یەک ئاست بن بژیت بۆ ئێوە👏بژیت بۆ ھەڵوێستی ئێوەی بەرێز ھونەرمەندانی خۆشەویس ،کوردستان ھەروا یەکگیر و ئاوەدان بێت خوایە🙏💜💙.Êka. jara barnamaka kurdi mihvanên wê l Eêk ast bn bjit jbo rudaw TV 💕Bjit bo halwêsta wayên barêz hunarmandên shrin,KURISTAN har avadan ba u bjit Ekgrtna hamy kurdên har 4 parchaya ✌️Long life Kurdistan ✌️💜.
Gelo çıma em kûrd nabın yek
@fatmatembel9944
3 жыл бұрын
🤔🤔😭😭😭
@ramazantufenk983
3 жыл бұрын
@@fatmatembel9944 saygılar🤗
آفرین به همه شمها هنردوستان کورد خیلی شمها را دوست دارم به امید پیروزی
❤️☀️💚
هه ر هه بن كوردئت دلسوز
swpas bo hamu aw hunarmandana
❤️💚💛✌️✌️✌️❤️❤️❤️❤️
Bi Kurdî bi axive Bi Kurdî binivîse Bi Kurdî hez bike Bi Kurdi Jiyan Bike
✌️✌️✌️✌️hemi kurd yek bi yek
🧡💛💚💙💜💯💥✌✌✌✌
Пусть Аллах поможет вам