No video

Dîroka mêrxasekî êzdîyan ya salên 30î ya sedsala 19-an ŞÊX MÎRZEYÊ ANQOSÎYAN

Temaşevanên delal, di vîdêoweşana Ria taza ya 17 nîsanê de emê we re derheqa dîroka mêrxasekî êzdîyên ji deşta Bişêrîyê, Şêx Mîrzeyê Anqosîyan - efseneyê êzdîyan, sîmbola mêranîyê, bêqelpîyê û parastvanê bawarîya êzdîyatiyê, derheqa şerê bi serokatiya Şêx Mîrze dijî Welîyê Diyarbekirê Reşît Paşa biaxivin.
Di nav Kurdên êzdî da eva nava navekî pir belavbûyî, hizkirî û pîroz e. Tu êl-eşîreke Êzdîya tune, ku navê Şêx Mîrza nizanbe û stiranên derheqa wî da neyên gotin. Lê çiqas jî ew navekî hizkirî û belavbûyîye payê civaka Êzdîyan ya pirê derheqa şexsîyeta Şêx Mîrza, jîyana wî û bûyarên dîrokî yên dora qetlîyama êla wî da qewimî kêm dizanin.
Piranîya wan bûyer û fermanan bi serê êzdîyan hatine, bi gotin û stranên dengbêjan di nava gel de hatine xwey kirin. Lê gelek serpêhatiyên êzdîyan hene, ku hê jî tu kes nizane, ku ev bûyer ji bo çi qewimîne, sedemên van bûyaran çi bûye, gelek caran ev bi şaşî yan ji qet ne hatine diyar kirin û şirovekirin. Êzidî li şûna ku dîroka xwe bixwe binivîsin û bingehên cihana xwe eşkere bikin, her tim jibo man û nemanê şer dikirin.
Bi hezaran tiştên me yên baş rîspî û dengbjên me xwe re birine bin axa sar. Bê guman di hin çend helbest, destan û çîrokên êzdîyan de bîranîna gelek lehengên ku di bin navê rizgarkirina gelê xwe de canê xwe dane, hê jî zindî ye. Di bernameyê de ezê du vêrsyonên dîroka Şex Mirzeyê Anqosîyan we re parve bikim.
Mêvan:
1.Nivîskar, helbestvan û zanyarê kurd yê bi nav û deng Eskerê Boyîk.
2.Dengbêja ��zdîxana Tbîlîsîya Gurcistanê xanima Şîrina Eyîb Anqosî.
Pêşkêşvan: Bêlla Stûrkî

Пікірлер: 3

  • @draculadracula2855
    @draculadracula28553 жыл бұрын

    Zor sipas bo we

  • @draculadracula2855
    @draculadracula28553 жыл бұрын

    Hûn her hebin

  • @draculadracula2855
    @draculadracula28553 жыл бұрын

    Bejyyyyy bo we teva

Келесі