Brader Mûsîkî, Ez şehîdek bênav im (orîjînal)

Музыка

Daneya Orîjînal a strana hunedmend Brader Mûsîkî:
Ez Şehîdekî Bênav im
Ez şehîdek bê nav im
Tirba min ne xuyayî
Şevek teqîn û nalîn
Stêrka min rijîyayî
Belkî serê çîyakî
Belkî ser zinarekî
Li ser darekî qizwanê
Min navê xwe kolayî
Mirina bi mêranî
Xweştir e ji bindestayî
Ez şehîdek bê nav im
Hûn warên min nizanin
Li bajarê Cizîrê li qeraxa wê avê
Heeyyy
Carna sûka Licê me ku agir dabû navê
Li bajarê Amedê binê dara çinarê
Sî û sê sipîndarim carna li Gola Wan ê
Heyyyy
Ez şehîdek bênav im
Ezim termê windayî
Ezim Çemê Qesaba
Dil û gurçik firyayî
Li bajarê Amedê agir li xwe pêçayî
Ez im Çîyayê Agirî gel namluyên çiryayî
Li bajarê Amedê agir li xwe pêçayî
Ez im derya Mêrdînê xezal a çav rijayî
Ez im Sîpanê Xelatê Xecê li ser giryayî
Ez şehîdek bê nav im
Hûn warên min nizanin
Li bajarê Helebçe
Zarokê li ser desta me
Heyyyyy
Li bajarê Mehabad
Şehîdê Çarçira me
Li bajarê Amûdê
Li nav agirê sînema me
Li welatê xerîbiyê Braderim ez

Пікірлер