AX! WELATO ÊZDÎYÊN ÊLIH BEŞÎRÎ AWİSKÊ Amedekar Ayhan Erkman Pelfilm

Музыка

Li şopa dîrokê Welatê Xaltan
Awîskê, girêdayî navçeya Qubînê ye. Ji Qubînê heft û ji Êlihê bîst û heft kîlometreyan dûr e. Di navenda Awîskê de 3 hezar 500 kes dijîn. Her çiqas ev der li warên êzdiyan be jî roja îroyîn di navenda Awîskê de êzdî qet nemane. Ji wan yek du mal kişiyane gundan, yên din jî koçber bûne ber bi welatên biyanî. Di bintara Awîskê re çemê Bişêriyê dikişe. Li ser çêm du pir hene ji wan yek sedsale ye û trêna Misircê di ser re derbas dibe. Di vê dawiyê de van her du piran navê xwe dane Awîskê û navê Awîskê hatiye guhertin, bûye ‘Îkî kopru’ ango du pir. Dema êzdî li vir dijîn malên wan hema li ser kaşê jora çêm in. Lê bajarok niha ber bi gundê Qorixê ve fireh bûye.
Di dîroka Awîskê de şopeke êzdiyatiyê ya xurt heye. Demekê bi navê Awîskêya Elî Tem hatiye binavkirin. Elî Tem Nebiyê Mîrza Axayê mezin e.
Nivîskar Orhan Basî di vê mijarê de dibêje ku; ‘Çavê Elî Tem di pîrozahiya ziyareta Şêxevind de keçekê dikeve, keçik bi siwarî berxekî ji erdê hildide û davêje ber xwe. Elî dibe xwezgînî lê bira û pismam razî nayên ji ber ku wê demê eşîr tenê bi hev re dizewicin. Elî ji eşîra şedikiya ne û keç jî ji eşîra Pîvaziya ne. Elî ya xwe dike bi keçikê re dizewice û xwişkên xwe Şîrîn û Gulê jî hildide ji welatê Xaldiyan koça xwe bar dike diçe Cizîrê.’
Ji Elî du kur çêdibin, Qaso û Hemîd, leheng in û bi xweşmêriya xwe tên nasîn. Hemîd berpirsiyarê siwar û serleşkerên mala Mîr Bedirxan e. Li dema Eliyê bavê wan dimire, Hemîd ji her du metên xwe; Şîrînê dide Bedirxan Beg û Gulê jî dide Salih Beg ê di dawiyê de Hemîd navê êzdiyatiyê jî ji ser xwe hildide. Ev yek ne bi dilê Qaso ye û Qaso ji Cizîrê bar dike diçe gundê Basa. Nebiyên Hemîd hê jî li Silopiyayê dijîn.
Ji Qaso jî gelek zar çêdibin. Heya fermana Basa zar û nebiyên wî li Basa dimînin. Di 14′ ê Gulana 1916’an de hem êzdiyên li Basa, li ber çemê Xabûrê tên qetilkirin; ji heştê malî bi tenê heft mal, ji hefsed neferî bi tenê sî û heft nefer dimînin. Ji wan sî û heft neferan yek jî Simoyê Silo yê nebiyê Qaso ye. Simo şûnde berê xwe dide welatê kal û pîran tê herêma Xaldiyan.
Ji mala Mîrza Axayê Mezin hin kes, ji piştî ewqas ferman û têkçûnan, hin bernavk û navên bavikên xwe li xwe kirine û navê mala Mîrza Axa ji ser xwe rakirine; Şedîkî, Basî,Çelkê, Berekî,Qizilî ji wan malbatan çendek in.
xwebun.org/tag/navceya-qubine/
• Ax! Welato: Bajeroka A...
• AX! WELATO - JIYANA ÊZ...
Nivîskar Ayhan Erkmen
Çavkanî: Gotarên lêkolîner û nivîskar Kemal Tolan û Orhan Basî
Yezidish Prince (Mîr), by Alexander Orlovsky 1832

Пікірлер: 4

  • @Cr-mr2rg
    @Cr-mr2rg2 жыл бұрын

    Har bjin Ezdixan Xode va xaika Amin.

  • @Cr-mr2rg
    @Cr-mr2rg2 жыл бұрын

    🌞✌️🙏🌹🧿

  • @roneysarker2239
    @roneysarker22392 жыл бұрын

    👍❤👍👋

  • @Cr-mr2rg
    @Cr-mr2rg2 жыл бұрын

    Hun ji bgijn mraze xo.

Келесі