75 saliya Serketinê di Şerê Wetenî yê Mezin da!

Guhdarên hêja, Bihara Pîrozîya gelê Sovêta berê ya 75an (1941-1945) di şerê Wetenî yê Mezin da ser me da hat.
Roja 9 meha gulanê hemû merivên dinyayê yên aştîxwez Cejina ezîz, Roja dawîhatina şerê duyemîn yê cîhanê, şerê wetenî yê mezin pîroz dikin! Li wê roje di hemû komarên Sovêta berê da ev roj bi dilgermî û heman demê da bi xemgînî didine kivşê.
Em borcdar in qedir û qîmeta hemû navkarên şerê salên 1941-1945 bigirin. Hêjayî gotinê ye, ku ewledên miletê me jî, leşkerên kurd di hemû pêsenîyên şêr da dijî faşîstên devxûn şer dikirin, meselê lehengîya û mêrxasîya nedîtî eyan dikirin.
Gele evledên miletê me yê kurd ji Gurcistanê, Ermenîstanê, Azerbaycanê, Qazaxistanê, Kirgîzistanê û komarên mayin çûne ber şêr û bi rûspîtî û bi sîyanetî welat ji faşîzmê xwey kirine. Gelekan ji wan venegeryane, ne hatine malên xwe. Parek ji wan bi Ordêna mêrxasîyê û mêdalên şêr va hatine xelatkirin.

Пікірлер

    Келесі